Akrê
Akrê | |
|---|---|
Navçe | |
Akrê li ser nexşeyê![]() | |
| Koordînat: 36°45′35″Bk 43°53′40″Rh / 36.75972°Bk 43.89444°Rh | |
| Welat | Başûrê Kurdistanê |
| Dewlet | Hikûmeta Herêma Kurdistanê |
| Li beşa îdarî |
|
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Akrê bajarok û navçeyekî parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ye. Bajarê kevin li pala çiyayê Akrêyê ye û li gelek taxan serbanê malekê hewşa malekê din ye. Lê niha bajêr ber bi aliyê deştê ve zêde dibe.
Pêkhateya civakî ya bajêr tevlihevekî ji jiyanên bajarî û eşîretî ye. Akrê wekî bajarî ji nimûneyên bajêrwarî ya kevin ya mîrektiya Badînan in, lê eşîretên mîna Zêbarî, Herkî û Surçi û Akrêyî hêr 4 eşiran rolên gelek giring di dîroka wê bajarê de lîstine.
Paytexta mîrektiya Badînan Akrê bûye. Hind cihên girêdayî bi Akrê ve mîna gundê Şoşê jî gelek zana, nivîskar û hozanvan pêgehandine.[1]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajar di sedsala 7an b.z. hatiye avakirin û yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye ku bi berdewamî bûye warê mirovî. Împeratoriya Medê ji salên 612 heta 550an b.z. ve bajarê hikûm kiriye. Ew serdem wekî serdema zêrîn tê nasîn. Mîrê zerdeştî, Zend, mîrê bajêr bûye.[2]
Di sala 115an p.z. de, bajarok di bin fermandariya Trajanus ketiye kontrola împeratoriya romê û peykerekê serketinê li bajêr çêkiriye. Lêbelê piştî demekê kurt de, xelkê Akrêyê serhîldan kirin û peyker dîsa rakirin.
Ji sedsala 10an vir ve, navenda îdarî ya eşîreta hevêdiyan bûye û wekî wisa, Yaqût Hemawî destnîşan kiriye ku navê bajarok wekî 'Aqr el-Humaydiye' (Şûna Hevêdiyan) jî dihatiye nasîn. Di sala 1133an de, bajarok ji aliyê Îmadedîn Zengî ve hatiye îşxal kirin ku diwarê parastinê ya bajarokê hilweşandî da.[3] Şîbab el-Umarî yê sedsala 14an de jî hebûna eşîra Dasnî ya kurdên êzîdî destnîşan kiriye.[2] Hilweşandina mîrektiya Bidlîsê rê da mîrektiya Badînanê ku Akrê û derûdorê wê bin destê xwe bigire. Hikûmdariya wan li ser wê bajarokê heta sala 1833an didomîne, heta ku Mîr Muhemmed Paşa yê mîrektiya Soranê wê herêmê dagir dike.[4]
Berî windakirina bajarokê, di serdema badîniyan de pêşketin û avahiyên aborî û çandî yê girîng çêbûn. Lêbelê bajarok di sedsala 19an de bû qurbanê gelek kampanyayên leşkerî di navbera împeratoriya osmanî û mîrektiya Soranê. Bajarok di sala 1852an de ji ber cihê xwe yê stratejîk dîsa ketiye di bin dagirkeriya osmaniyan û heta sala 1918an ve ji aliyê wan hatiye hikûm kirin. Di vê serdemê de, bajarok û derûdora wê beşek ji wîlayeta Mûsilê bû.[5]
Di sala 1924an de, %90.4ê nifûsê kurd bûn, lê ev hejmar di sala 1931an de ji ber binpêkirina mafên kurdan li Iraqê daketiye %64.7. Di sala 1947an de, %90ê nifûsê dîsa kurd bûn.[6]
Avûhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Akrêyê di havînê de germ e. Di zivîstanê de sar û şil e. Di zivîstanê de carinan jî berf dibare.
Tax
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cihên turîstîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Dîmenek ji Akrê
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Kopîkirina arşîvê (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 5 çiriya pêşîn 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 26 tebax 2021
{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - 1 2 Ismail (2015), r. 115.
- ↑ Ismail (2015), r. 116.
- ↑ Eppel (2018), r. 40-42.
- ↑ Ismail (2015), rr. 116–117.
- ↑ C. J. Edmonds (1957). Kurds, Turks and Arabs, Politics, Travel and Research in North-Eastern Iraq, 1919-1925. Oxford University Press. r. 439. Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2019.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Akrê de hene
