Li İstanbulê kulîlk û nebatên ku ji ber tav, avdan û kesaxtinê nexweş ketine, li nexweşxaneya nebatan tên dermankirin. Tîma ku ji pisporan pêk tê ewilî nexweşiya nebatan teşhîs dike paşê jî derman dike. Bi vê xizmetê him nebat zû tên ser xwe him jî hişmendiya hawirdorê zêde dibe.

