Ortografî
Xuyakirin
Ortografî têgehek e ku behsa pergala nivîsandina zimanekî û qaîdeyên pergala zimanê dike. Ev qaîde diyar dikin ka peyvên zimanekî çawa têne nivîsandin û bi gelemperî bikaranîna tîpan, xalbendî, nivîsandina mezin û rêzikên rastnivîsê vedihewîne.[1] Ortografî şêweya nivîskî ya zimanekî standard dike û alîkarî dike ku ziman bi awayekî rast û berdewam were nivîsandin.
Her wiha ortografî li ser bikaranîna rast a nîşanên diyakritîk jî disekine. Berevajî nîşanên xalbendiyê, nîşanên diyakritîk nirxên dengî yên tîpan diguherînin.
Pêkhateyên bingehîn ên ortografiyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Dengê tîpan: ravekirina kîjan deng bi kîjan tîpê ye. Wek mînak di zimanê kurdî de peyva "pi te re" şaş e û "bi te re" rast e.
- Qaîdeyên nivîsandinê: ji bo rastnivîsa zimaneke qaîdeyê nivîsa rast e. Wek mînak di zimanê kurdî de "raste" şaş e, divê wekê "rast e" were nivîsandin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Daniels, Peter T.; Bright, William, edîtor (1996). The world's writing systems. New York: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-507993-7.