Here naverokê

Husein Muhammed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Husein Muhammed
Jidayikbûn1ê çiriya paşîn a 1980an (45 salî)
EsilKurd
HevwelatîFînlenda Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeNivîskar, zimannas, parêzer
Partiya Siyasî
  • Green League Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Husein Muhammed (jdb. 1ê kanûna pêşîn 1980 li Zaxo[1], Başûrê Kurdistanê), wergêr, dadnas û nivîskarekî kurd e. Husein Muhammed sala 1980ê li gundekî nêzî Zaxoyê li Başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1994ê ve li Fînlendayê dimîne[2] û niha parêzer e.

Husein Muhammedî berî karê xwe yê dadweriyê ji gelek dezgehên kargêrî (îdarî) yên Fînlendayê re tercimaniya zimanê kurdî (kurmancî û soranî) û zimanê tirkî kiriye. Di wan daîreyan de ew herwiha wek şêwirmendê zimanên Rojhilata Navîn jî (kurdî, tirkî, erebî û farisî) bû.

Ji 1995an pê ve bi kurdî dinivîse

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Husein sala 1995an dest bi nivîsîna bi kurdî kiriye. Ta niha berhemên wî di çendîn kovar û rojnameyan de belav bûne. Ew ji 1999an ve yekemîn kovara kurdî ya xwerû-elektronîkî, Mehnameyê, bi rêya Internetê diweşîne. Tevî ku Husein hem helbest, hem kurteçîrok û hem jî gelek gotar nivîsîne jî, ew herî zêde wek wergêr tê nasîn. Wî berhemine Xelîl Cibran, Anton Çexov, William Shakespeare û gelek ji nivîskarên din ên li hemî cîhanê navdar bi zimanê kurdî arasteyî xwendevanan kirine. Husein herwiha ferhengokek peyvên dadwerî ya kurdî-inglîzî amade kiriye. Niha ew li ser ferhengokek soranî-kurmancî dixebite.[