Here naverokê

Xanedana Eyûbî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Eyûbiyan hat beralîkirin)
Xanedana Eyûbiyan

الأيوبيون al-Ayyūbīyūn Erebî

1171 – 1260/1517
Nexşeya mezinbûna Xanedana Eyûbiyan di bîn Selahedînê Eyûbî di sala 1193an

Ala Eyûbiyan

Nîşan
Agahiyên gelemperî
PaytextQahîre (1171-1174; 1218-1250)
Şam (1174-1218)
Heleb (1250-1260)
ZimanKurdî, erebî
DînSunîtî (bi fermî)
Awayê rêveberiyêSiltanî
DiravDînar
Gelhe
Sedsala 12em7.200.000 (têne Misir û Suriyê) [çavkanî hewce ye]
Dîrok
• Ji aliyê Selahedîn ve hatiye damezrandin1171
• Hilweşandin1260
Rûerd
Rûerd (1190[1])2.250.000
Rêveberî
Siltanî
• 1174–1193Selahedînê Eyûbî
• 1193–1198Ezîz Osman
• 1198–1200Mansur
• 1200–1218Adil I
• 1218–1238Kamîl
• 1238–1240Adil II
• 1240–1249Salehê Eyûbî
• 1250–1254Eşref Musa
Ya berêYa paşê

Xanedana Eyûbiyan (erebî: الأيوبيون, lat. al-Ayyūbīyūn), xanedanekî dîrokî ya kurd bû. Malbata Selahaddîn Eyûbî, malbateke kurd e ji êla Rewadiyan e.[2] Ji vê êlê Şadî bi herdû kurên xwe re Esededîn Şêrko û Necmedîn Eyûb ji gundê Ecdankanê çûne Bexdayê û ji wir jî piştre çûn li Tikrîtê bicihbûn. Şadî li Tikrîtê mir û herdû kurên wî çûn ketine xizmeta Mucehededînê Gîtanî de. Gîtanî dît, ku Eyûb jîr û zane ye, rabû wî xist destkarê Tekrîtê. Selaheddîn Eyûbî di 1136 an de li Tekrîtê hate dinyayê.[3] Bav û apê Selahedîn çûne cem Îmadedîn Zengî xwediyê Mûsilê. Wî gelekî guh da wan û Eyûb kire waliyê Belbekê.[4]

Di çavkaniyên serdema navînê îslamî de, Eyûbî bi navê "Dewleta Kurd" (erebî: دولة الکردية, lat. Dawlat al-Kurdiyya), "Dewleta Kurdan" (erebî: دولة الأكراد, lat. Dawlet al-Akrād)[5][6], an navê "Dewleta Kurd" (erebî: المملکة الحصينة الأکرادية, lat. al-Mamlaka al-Ḥasina al-Akrādiyya). Ji bo mînak, Mihemed ibn Îbrahîm El-Xezracî, nivîskar û dîroknasek di dawiya dema Eyûbiyan de, pirtûkek dîrokî bi navê 'Tar'îkh el-Dawlat el-Akrād wal-Atrāk' (Dîroka Dewleta Kurdan û Tirkan) nivîsand. Ji bo Kurd re Eyubîyan, lê Tirk re jî Memlûkan dihat gotin ku di sala 1250'an de li ser Eyubîyan Misirê ketin. Ji wan re dihat gotin wek "Kurdên Eyûbî: (الأکراد الأيوبية, al-Akrād al-Ayyūbiyya) û "Serokên Kurdên Misirê" hatin naskirin.[çavkanî hewce ye]

Bi navê Eyûbî jî paş navê bavê Selahedîn, Necmedîn Eyûb tê.

Pêşîye xanedana Eyûbî Necmedîn Eyûb mensûbê eşîra Rewadî bû ku ew bi xwe şaxekî eşîra Hezbaniyan e ye wan eşîran jî Kurd bûn.[7] Bav û kalên Eyûb li bajarê Dvinê li Bakurê Ermenîstanê de bi cih bûn.[8] Rewadî di wî bajarê de siyasî û leşkerî ve kesên elît bûn.

Qesrekî Eyûbiyan li Helebê

Piştî mirina Îmadedîn Eyûb bi maltaba xwe ve çû Şamê û xwe gehande Nûredîn kurê Îmadedînê Zengî xwediyê Helebê. Nûredînê Zengî Hims û Rehba dane Eyûb û ew kire mîrekî mazin, Şêrko jî rêkire Misrê, da şerê melek Mensûr bike, yê destdirêjî şawîrê kiribû.[9] Şêrko biraziyê xwe Selahedîn jî bixwe re bir. Şêrko ji ber mêranî û rastiya xwe bûbû destê siltan Nûredîn, yê rastê. Şêrko piştî demekê vegera welatê Şamê, ji hingî ve êdî rola Selahedinî siyasî destpê kir û berz bû.

Ji ber ko Frengan çavên xwe berdane Misre, Şêrko dîse vegerayê û Selahedîn jî rêkire bajarê Skenderiyê. Şêrko wezîrê Misrê bû û dest li ser danî. Ta mirina wî sala 1168 her Şêrko karûbarê Misrê gerand. Piştre li wir Selahedîn bû wezîrê pêşî, lê ji ber rastî û dadeweriya xwe êdî ew bûbû şahê dilê misriyan. Selahedîn Freng di şerê li Dimyatê de şkand. Bavê wî jî hate Misrê, gehayê. Piştî mirina xelîfê fatimî Adid (al-'Adid) êdî Selahedîn bû serdestê Misrê yê bêhempa. Û piştî ko Nûredînê Zengî mir êdî Selahedîn xwe kire siltanê Misrê. Bi vê hikmê malbata Eyûbiyan sazkir.[çavkanî hewce ye]

Bi şer Yemen, Sûdan û Felestîn vekirin û sala 1174 dest danî ser Şam, Mûsil û Helebê. Sala 1187 di şerê Hetînê de zora xaçperestan bir û Quds vekir. Şahê Inglîstanê Richard (bixwîne: Rîçard), yê bi dilê şêr navkirî careke din êrîşî Eyûbiyan kir, da Qudesê vegerêne, lê biser neket. Di sala 1192 levhantinek di nav herdû aliyan de çêbû, û şer rewasta. Li gor vê levhatinê ji erda ber lêva deryayê pê ve, ya di nav Sûr û Yafa de titişt di destê xaçperestan de nema.[10]

Yek ji mezintirîn bûyerên di dîroka erebî de vekirina eyûbî, ya welatê Yemenê ye. Ji ber ko mîrekên eyûbî bi vê vekirinê Yemen, Misir, Sûriya û welatê Cezîrê (niha di nav destê Sûrî, Îraq û Tirkiyeyê de ye) kirine yek. Bi vê yêkitiyê biserketina mezin li ser xaçeperestan bû û welatê ereban gehane hev.[çavkanî hewce ye]

perêyen Eyûbi sala 1201

Hikûmdaren Misirê

Hikûmdaren Sûriyê

Mîren Helebê

Mîren Hemayê

Mîren Homîse

Mîren Kêrak

Mîren Yemenê

Mîren Cîzîra Botan

Mîren Heskîfê

  • 1232–1239: as-Salih Ayyub
  • 1239–1249: al-Mu'azzam Turan Schah,

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ↑ Turchin, Peter; Adams, Jonathan M.; Hall, Thomas D (kanûna pêşîn 2006). "East-West Orientation of Historical Empires" (PDF). Journal of world-systems research. 12 (2): 219–229. Ji orîjînalê (PDF) di 22 sibat 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2012.
  2. ↑ "Ayyubid dynasty | Rulers, History, Founder, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
  3. ↑ "SELÂHADDÎN-i EYYÛBÎ". TDV İslâm Ansiklopedisi (bi tirkî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
  4. ↑ "Collections Online | British Museum". www.britishmuseum.org. Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
  5. ↑ Rhys Bajalan, Djene (2017). Studies in Kurdish History: Empire, Ethnicity and Identity [Xebatên ser Dîroka Kurdan: Împeratorî, Etnîsîte û Nasname] (bi îngilîzî). rr. 19–22.
  6. ↑ Van den bent, J. (2020). Mongols in Mamluk eyes: Representing ethnic others in the medieval Middle East (bi îngilîzî). r. 27.
  7. ↑ Vladîmîr, Mînorsky (1953). Studies in Caucasian History [Xebatên Dîroka Kafkasî] (bi îngilîzî). r. 124. Historians agree in stating that [Saladin's] father and family belonged to Duwin. ... They were Kurds and belonged to the Rawādiya [sic], which is a branch of the great tribe al-Hadāniya
  8. ↑ Humphreys, R. S. (1987). Encyclopaedia Iranica Vol. III [Ansîklopediya Îranîka Cîld III]. rr. 164–167.
  9. ↑ "Ayyubids". obo (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
  10. ↑ "Ayyubids | Encyclopedia.com". www.encyclopedia.com. Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.